Serokê Desteya Perwereyê ya Herêma Xweser a Efrînê Dr. Riyad Menle Reşîd ji ragihan ku, duh şandeyek ji Rêxistina Navnetewî ya Parastina Zarokan (UNICEF) ku Sebrî Zeytûnî serkêşiya wê dikir, serdana Desteya Perwerdeyê ya Efrînê kir.
Reşîd destnîşan kir ku şandeya ji 4 kesan pêk dihat li rewşa xwendekaran pirsî û diyar kirin ku dê ji niha û pêve piştgiriya Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê bikin.
Reşîd got: Mehek berê jî UNICEF’ê alîkarî ji wan re şandin û ji wan re gotin UNICEF dê ji wan re text, madeyên paqijkirina avê, tablêt û pêdiviyên din ên dibistanan bişînin.
Reşîd daznîn ku şandeyê pirsa hejmara xwendekarên herêma Efrînê kirin û wiha anî ziman: “Dema şandeyê naskir ku 55 hezar li dihistanên Efrînê dixwînin matmayî man û pir kêfxweş bûn.
Bi wê yekê jî soz da ku dê alîkariyên xwe zêde bikin.” Reşîd, got ku wan bi şandeyê re mijara bawernameyên asta navîn û amadeyî ku li herêma Efrîn hatin pêşkêşkirin nîqaş kirine û ev agahî dan: “Me bi şandeya UNICEF’ê re rewşa bawernameyên asta navîn û amadeyî ku li herêmê hatin pêşkêşkirin nîqaş kirin. Me ji wan xwest ku bawernemyên me fermî qebûl bikin û wan jî soz dane me ku dê alîkariyê bi me re bikin. Wan got ku dê dîsa jî serdana herêma Efrînê bikin, soza alîkariya tenduristî ji bo dibistanan jî dane.
Xendan