Şervanên YPJ’ê yên li eniya rojhilat di çeperên şer de dilîlînin û tirsê dixin dilê çekdarên DAIŞ`ê. Her weha şervana jin dibêje ku tîlîliyên wan tirsê dixin dilê dijmin û moral didin şervanên YPG û YPJ`ê.
Şervana YPJ’ê ya bi navê Gulbahar di hevpeyvînekê li gel ajansa DÎHA`yê diyar dike ku ew li eniya rojhilat di çeperên herî pêş de cih digirin û wiha got: “Em 5 şervanên YPJ’ê li vir in. Me di çeperan de cihê xwe girt.”
Gulbahar dibêje: “Dema çeteyên DAIŞ`ê tîlîliyên me dibihîzin moralê wan xirab dibe û hevalên me jî moral digirin.”
Şervana YPJ a li Kobanê got: “Tîlîliyên me ji dijmin re dibin tirs ji hevalên me re jî dibin moral. Ev yek ji bo me hêzeke mezin e.”
Xendan