Eve 55 roj zêdetire terorîstên DAIŞ ji hemu aliyekî ve êrişî bajarê Kobanê dikin lê belê hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG berdewamin li berxwedan û şikandina wan êrişan.
Li gor zanyariyan şeva borî çend êrişekî terorîstên DAIŞ ji aliyê hêzên YPG ve bi hevkariya bombardumanên hêzên pêşmerge hatine şikandinê lê belê heya niha hejmara kuştiyên DAIŞ di êrişên şeva borî de nayên zanîn.
Ji aliyekî dine ve duh YPG di beyannamekê de ragihand ku hêzên wan bi hevbeş li gel hêzên pêşmerge çend navçeyek li jêr destê terorîstên DAIŞ rizgar kirine.
Hêjayî gotinê ye ku eve 55 rojin terorîstên DAIŞ hewl didin bajarê Kobanê dagîr bikin û bi sedan terorîst hatine kuştin û niha jî ew şer û pevçûn berdewam in.
PUKmedia