Girtiyê siyasî yê Kurd Mistefa Selîmî ku xelkê bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ye, piştî 11 salan zîndanî li benda cîbicîkirina hikmê darvekirinê ye.
Malbata wî jî, tevî dilgiraniya xwe behsa wê yekê dikinku, di heyama wan 11 salan de serdana tevahiya Navendên Dadwerî yên Ewlekariya Komara Islamî ya Îranê kirine, lê tu bersivek nedane wan.
Girtiyê siyasî Mistefa Selîmî xwedî malbate û xelkê Awayîka ser bi bajarê Seqiz a parêzgeha Sine ye û ji sala 2003`ê ve li bajarê Farisnişîn Nehawend hat girtin û ligor zaniyariyên Kampanya Piştgiriyê li Girtiyên Siyasî, piştî mayîna wî bo demeke dirêj li binkeyên ewlekarî û Îtlaatê, di encam de ji aliyê dadwerê dadgeha bajarê Seqizê ve bi tohmeta ku endamê Partiya Demokrata Kurdistanê ye bi cezayê darvekirinê hat hikumkirin.
Her di vê derbarê de, berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê wê tohmetê red dikin û dibêjin haya wan jê nîne ku Mistefa endamê partiya wan be. Dadgeha Sine, hikmê darvekirina Mistefa Selîmî pejirandiye û piştre dosya wî bo Dîwana Bilind a welatê Îranê şandiye û beriya çend mehan hikmê darvekirina wî bo Serokê Dezgeya Qezayî ya parêzgeha Sine hat ragihandin.
Wek tê zanîn, Mistefa Selîmî di zîndana navendî ya bajarê Seqizê de ye û li benda cîbicîkirina hikmê darvekirinê ye. Hêhayê gotinê ye ji dema destbikarbûna Hesen Rûhanî wek serokkomarê Îranê, cîbicîhkirina cezayê darvekirinê zêde bûye, ji wê demê ve û heta niha nêzîka 600 kes ji neteweyên cuda hatine darvekirin û ji wan hemû kesên li Îranê hatine darvekirin, 200 jê Kurd in.
BasNews