Serowezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih ragihand ku, kur û keçên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bergiriyê dikin û Kobanî kirine semola berxwedaniyê. Lewma erkekî neteweyî û ewlehî ye ku em alîkariya wan bikin.
Serowezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Alarabiya behsa qeyrana siyasî û ewlehî li Iraqê û metirsiya DAIŞê li ser navçeyê û rewşa Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) kir.
Berhem Salih di wê hevpeyvînê de wiha dibêje: “Hinek ji kurdan dibêjin gerek em dev ji Bexdayê berdin, Bexda ji me re negirîng e, lê derket ku rewşa Herêma Kurdistanê girêdayî rewşa Besrayê ye, her wiha rewşa Herêma Kurdistanê girêdayî aramiya Iraqê.”
Salih wiha domand: DAIŞ nexweşiyekî pîs e, ti cudahiyê naxe navbera şîe, sunne û kurdan de. DAIŞê sînoran nas nake. Asayîş û aramiya navçeyê bi taybetî ya bajarê Mûsilê di berjewendiya kurdan de ye.
Serowezîrê berê yê Herêma Kurdistanê bergiriyê li şandina Hêzên Pêşmerge bo Kobanî dike û di bersiva pirsa gelo çima Herêma Kurdistanê hêza xwe naşîne Mûsilê, wiha dibêje: “Demeke dirêj Hêzên Pêşmerge li Mûsilê bûn, lê çendîn alozî derketin, niha jî xelkê Mûsilê û Hikûmeta Iraqê dazwaz ji me nekiriye ku em hêza xwe bişînin wir.”
Salih wiha domand: “DAIŞ bûye metirsî li ser ewlehiya Iraq û Sûriyê. Kur û keçên YPGê bergiriyê dikin û Kobanî kirine semola berxwedaniyê. Lewma erkekî neteweyî û ewlehî û di berjewendiya me de ye ku em alîkariya wan bikin.”
Berhem Salih di wê hevpeyvînê de wiha got: “Her kurdek mîna erebekî xwedî maf e ku li netewe û canê neteweya xwe derkeve, hevxemek di navbera me û Kobanî û navçeyên din ên her çar parçên Kurdistanê heye, çi li Îranê be çi li Tirkiyeyê jî be, ev yek tiştekî sirûştî ye û em red nakin.”
Herwiha Salih amaje bi sedema nebûna wî bi Serokomarê Iraqê dike û wiha dibêje: “Min hewl da ku ez bibim Serokomarê Iraqê û gellek heval û alîgirên min di wê baweriyê de bûn ku ezê xizmet û karekî baş bikim, lê diyar e ku çend berjewendiyên hevbeş hiştin ku nabe Berhem Salih wî kursî werbigre.”
Derbarê kursiyê Serokê Herêma Kurdistanê, Berhem Salih wiha got: “Ew mijar ne di bala min de ye. Gellek guhertin bi ser siyasetê de tên. Birêz Mesûd Barzanî niha Serokê Herêma Kurdistanê ye û xwedî pêgeheke navdar e di nav xelkê de. Ez wê mijarê nanirxînim niha ez dixwazin ji hemû aliyan xizmetê bikim.”
Derbarê rewşa navxwe ya YNKê Salih wiha got: “Niha alozî di rewşa YNKê de heye û ew nakokî û alozî ne kêm in, hêvîdar im heval min û ez bi xwe jî, em hevkariya hevdu bikin bo nemana wan aloziyan.”
Rûdaw