Kader (Kadriye) Ortakaya ya li ser sînor bi guleya leşkerên Tirk hat qetilkirin, beriya biçe Kobanê ji malbata xwe re nameyek nivîsand û destnîşan kir ku ew ji bo tevahiya mirovahiyê diçe şer. Ortakaya got, “Ez dixwazim hemû mirov bi awayekî azad û wekhev bijîn. Ji bo pariyek nan, ji bo xaniyekî tê de bistirê, bila mirov ji cih û warên xwe nebin. Ji bo ev pêk werin, divê şer were kirin, têkoşîn bê meşandin.
Endama Hewldana Partiya Azadiya Civakî û Xwendekara Master a Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakaya, ku duh li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve bi zanebûn hat qetilkirin, berî derbasî Kobanê bibe ji malbata xwe re nameyek nivîsand.
Nameya Ortakaya wiha ye:
“Malbata min a rêzdar
Ev li Kobanê me. Ev şer ne tenê şerê mirovên li Kobanê dijîn e, şerê me hemûyan e. Ez jî ji bo malbata xwe ya gelekî jê hez dikim û tevahiya mirovahiyê tevlî vî şerî dibim. Eger em vî şerî weke şerê xwe nebînin, dema sibê bombe li ser malên me bariyan hingî em ê bi tenê bimînin. Serketina vî şerî serketina xizanan û bindestan e. Bi tevlîbûna li nav vî şerî re, ez bawerim ku ji karmendiyê bêtir ez ê feydê li malbata xwe û tevahiya mirovahiyê bikim. Dibe ku ji ber we xemgîn dikim hûn hêrs bûbin, lê zû yan jî dereng hûn ê fêm bikin ku ez mafdar im.
Ez dixwazim hemû mirov bi awayekî azad û wekhev bijîn. Ji bo pariyek nan, ji bo xaniyekî tê de bistirê, bila mirov ji cih û warên xwe nebin. Ji bo ev pêk werin, divê şer were kirin, têkoşîn bê meşandin.
Dema şer bi dawî bû, Kobanê bi ser ket ez ê vegerim. Dema hatin jî, bi xweşî nêzî hevalên min bibin. Li min negerin. Ji ber ku ne pêkane ev hewldana we bigihêje serî. Yek ji sedemên bingehîn ê nivîsandina vê nameyê jî ew e, ku ez naxwazim bi lêgerîna li min hûn xwe nebetilîne. Eger tiştek bê serê min, ji xwe wê haya we jê çêbibe.
Eger hûn naxwazin ku dema ez vegeriyam bikevim girtîgehê yan jî di girtîgehê de rastî îşkenceyê bêm, hingî ti carî serî li polîsan an jî saziyeke din a dewletê nedin. Eger hûn tiştekî bi vî rengî bikin, hem ez hem malbata min hem jî hevalên min wê ji vê zerarê bibînin. Xizmên me jî di nav de ji kesî re nebêjin ez çûme Kobanê, ku dema vegeriyam nekevim girtîgehê. Dema we ev not xwendin, biçirînin û biavêjin.
Eger hûn dixwazin ji bo min tiştekî bikin, xwedî li têkoşîna min derkevin. Bi salan hûn li pêşberî hemû neyîniyên dewletê bêdeng man. Ji kuştina mirovan, ji avêtina gazê li nava kolanan, ji bombekirina mirovan mîna li Roboskî, êdî bêjin bes e. Eger ez li cem we bûma, ezê her tevlî çalakiyan bibûma, biçûma komeleyan. Heta ez vegerim, têkoşîna xwe emanetî we dikim.
Di serî de Dayika min û bavê min, Ada, Denîz, Zelal û Mahîrê bê dinyayê hembêz dikim. Silavên xwe yên taybet ji birayê xwe Kadrî re dişînim. Ew ê helwesteke hêjayî xwe nîşan bide.
Bi hestên şoreşgerî we hemûyan hembêz dikim.
Telefon diyariya kekê min e. Tê de wêneyên me hene. Qerta xwe ya bursê ji dayika xwe re dişînim. Heta ez bêm bila dermanên xwe bikire.
Ji we hemûyan gelekî hez dikim.
Bimînin di xweşiyê de.”
PUKmedia