Hevserokê Partiya Gelan Demokratîk (HDP) yê navçeya Erdîşa Wan`ê bi behaneya tevlî çalakiyên protestokirina hêrîşên DAIŞ’ê bûye hat girtin.
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Erdîş`ê ya Wan`ê Îbrahîm Siyahkaya yê ku roja bûrî bi behaneya tevlî çalakiyên Kobanê bûye hate binçavkirin, piştî karûbarên li qereqolê sewqî dozgeriyê hate kirin.
Piştî li dozgeriyê îfadeya wî hate girtin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê hate kirin. Siyahkaya bi hinceta tevlî çalakiyan bûye hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê.
Xendan