Piştî rewşa Kobanê têk çû û bi sedan hezar welatî koçber bûn û ber bi welatên derdorê ve çûn, li Ewropa û cîhanê hem hikûmet hem jî saziyên xêrxwaz, partî û rêxistinên biyanî û Kurdî ketin tevgerê û bi hemû awayan piştîvanî û alîkariya penaberan dikin.
Li Berlînê wê di Şato City de şeva Piştgiriya Kobanê were sazkirin bi beşdariya hejmarek hunermendên Kurd ji Kurdistan û Ewropayê, ji wan jî hunermenda navdar Loke Zahir wê ji Swîsreyê were Elmanya û beşdar bibe.
Loke Zahir got ku ew dê li Berlînê di şeva Piştgiriya Kobanê de stranan ji zarokên Kobanê re bêje û amadebûna xwe jî nîşan da bo piştgirîkirina berxwedana Kobanê. Loke Zahir wiha axifî: ‘‘Rewşa welatê me aloz e, divê hunermend û her kes tevbigere û alîkariyê bide, bi taybet jî niha li Kobanê rewş gelekî metirsîdar û nexweşe , erkê min e ku wek keçeke Kurd a stranbêj beşdarî şevên piştgiriyê bibimû alîkariyan jê re kom bikim.’‘
Hêjayî gotinê ye wê şeva piştgiriyê bi armanca komkirina alîkariyên madî be ji bo kirîna şîr û pêwîstiyên zarokan û dermanan. Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Rojava bi hevkariya hinek rêkxistin û partiyên Kurdistanî organîze dike.
BasNews