Fermandeyekî hêzên Pêşmerge li devera Zûmarê ragihandku, îro danê sibê balafirên şer yên hêzên hevpeyman li çeperên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) yên li bajarokê Tilefer`ê dan.
Wî fermandeyê Pêşmerge aşkere kir ku, piştî ku balafiran li çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) dan 5 malbatên Kurdên Êzîdî ji destê çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) reviyan û ji aliyê Pêşmergeyan ve hatin rizgarkirin.
Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, pêşmergeyan ew malbatên ku ji destê çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) reviyabûn li gundekî Zûmar`ê ku di destê çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) de ye, dîtibûn ji ber wê jî piştî şerekî giran karîbûn wan rizgar bikin.
Xendan