Berî çend mehan kenalek kurdî hevpeyvînek bi serkirdeyekî partiya kominêst li Sûriyê, ku navê wî Ezîzê Emero ye kir, di gotina xwe de Ezîz Emero qaşo ew bi kurdî diaxivî, çimkî ew kenal bi kurd bû, û bêtirî ji %95 gotinên wî bi zimanê Erebî bûn, li vir ew hevpeyvîna wî bû berhemek ku heroj ew parçeya Ezîz Emero li ser Rûpelên fêsbûkê dihat weşandin.
Ji şeva bûrî ve rûpelek hat çêkirin bi navê(Hezkiriyên Ezîzê Emero) Wek ku agir bigihe benzînê, di heyama çend se’etan de bû navtirîn rûpel di fêsbokê de ku kurd dişopînin, û her kesek ku derbasî vê rûpelê dibe yan jî derbasî koma ku hatiye çêkirin, wek ku Ezîzê Emero diaxivî ew jî dinvîsin..Rûpela wî jî ev e:(محبي الأستاذ عزيز عمرو)