Şanderê Neteweyên Yekbuyî ji bo Sûriyê Stivan De Mistura ragihand ku eger bajarekî weku Kobanê hebe û biryar bide li hemberî DAIŞ raweste nabê em dest jê berdin.
Di hevpeyvînekê li gel kanala CNN a Emerîkî, De Mestura got: eger mirov li vê nexşeyê binêre mirov dibîne ku DAIŞ berve Helebê ve diçe, eger ev raste be , eve derfeteke bo rizgarkirina vî bajarî ku şerê dijwar di navbera opozisyona sûrî û hikûmetê de negihêştiye tu derê.
De Mestura got: Divê şer li hin cihan bête cemidandin daku em bikarin vê rêxistinê bisekinîn in. Heleb jî yek ji bajarên ku mirov dikarê vê yekê lê bi cî bîne.
Şanderê Neteweyên Yekbuyî got jî: Em li ser wê yekê hemfikirin ku niha DAIŞ talukeya herî mezine û tişta min ji civata navdewletî re got: Eger bajarekî weku Kobanê hebe û biryar bide rûbirûyê DAIŞ bibe, divê em dest jê bernedin. Kobanê îspat kir ku rawestandina DAIŞ`ê mumkine.
Li ser plana xwe ya kiriza Sûriyê jî De Mestura got: Divê em ji cîhanê û Sûriyan re wê yekê îspat bikin ku tiştek heye em dikarin bikin. A yekem rawestandina DAIŞ û ya duyem jî rawestandina şere, piştre jî bila sûrî cudabûna navbera herdukan de bibînin.
Xendan