Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çûyîna hêzên pêşmerge ên Kurdistanê heftiya borî bo Kobanê ji parastinê kete êrişê û operasyonê li dijî DAIŞ destpê kirin.
Hevserokê giştiyê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Mislim ji rojnameya Şerq Ewset re ragihand ku berya du rojan Yekîneyên Parastina Gel dest bi operasyonên êrişê li dijî DAIŞ kir piştî ku berê di reşwa parastinê de bûye.
Mislim da zanîn ku yekîneyên YPG giran pêşve diçe û re yek jî bi planên terorîstên DAIŞ ve girê da bi taybetî ku terorîstên DAIŞ bombeyan diçînin ev yek jî proseya pêşveçûna bilez asteng dike.
Mislim bal kişand ser rola pêşmerge di şerê Kobanê de û bi aktîvî bi nav kir bi taybetî jî ew hêza pêşmergeyên ku çûne Kobanê di ware bikaranîna çekên giran a li dijî tang û panzêran pisporin û weku hêza piştevaniyê ne.
Li ser çûyîna hejmarek zêdetir ji pêşmergeyan bo Kobanê jî Salih Mislim ragihand: Ew hejmar wê li gor pêwîstiyê bête zêde kirinê û herdu fermandarên leşkerî ewê vê babetê gotûbêj bikin û tu pirsgirêkek siyasî div ê derbarê de tune ye.
Her wiha hevserokê PYD diyar kir ku êrişên asmanî yê balafirên hevpeymana navdewletî gelekî giring û bi bandorin û div î warî de spasî li hêzên erebî yên beşdarî di wan êrişan dibin kir û got: Ev yek biratiya Kurd û Ereban dide nîşan danê.
PUKmedia