Pêşangeha Kurdistan bi diruşmê “Rojava bergeha azadî û wekheviyê ye” wê di 1’ê sibata 2015’an de were vekirin.
Bi alîkarîya şaredarîya bajarê mezin a Diyarbekirê û şaredarîya Peyasê li Galeriya Hûnerê ya Diyarbekirê; Pêşengeha wêne, peyker û xebatên din yên hunerî di çarçoveya “Hefteya Çandî” de wê di 1’ê sibata 2015’an de tê vekirin.
Li ser navê komîteya amedekar Mûnîr Şêxe diyar kir ku ev pêşengah wê bibe pêşengeha pênaskirina gele Kurd.
Mercên tevlîbûna pêşengehê jî weha hatine dîyar kirin:
- Hunermend di hilbijartina mijar û teknîkê de serbest in.
- Pêwist e ku berhem ji bo veguhestinê maqûl bin.
- Divê her hunermend, beriya ku berhema xwe bişîne, wêneyekî xwe û van pêzanînên sereke bişîne: Navê Hunermend, Biyografî, Pîvanên Berhemê, Teknîka Berhemê, Dîrok, Nirca Berhemê, Navnîşana Posteyê, E-Peyam.
- Pêwîst e ku berhem, bi taybetî tablo bi awayê rulo û bê çarçove bên şandin.
- Dema dawî ya teslîmkirina berheman, 10.1.2015 e.
- Dahata ji berhemên firotanê bê, dê ji hela sazîyên fermî ve ji bo Rojava bê şandin. Berhemên neyên firotin wê li xwedîyên wan bên vegerandin.
Lêçunên hunermendên beşdarî atölye û semîneran dibin (otel, bilet, xwerin wd.) dê ji budçeya pêşengehê bên dayîn û mêvanên beşdarî semîneran dibin 3 roj dê bên mêvan kirin.
Ji bo serlêdana pêşengehê:
Navenda Komîteya Bakurê Kurdistanê Diyarbekir, Navenda Komîteya Rojavayê Kurdistanê Qamişlo, Navenda Komîteya Başûrê Kurdistanê Hewlêr, Navenda Rojhilat û Iranê wê Mehabad be.
Ji bo serlêdana pêşengehê Galerîya Hunerî ya Diyarbekirê hat dîyar kirin. Pêşangeh wê di 1.2.2015’an de bê vekirin û di 10.1.2015an de dema wergirtina berhemên hunerî bidawî bibe.
BasNews