Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku ew navçeyên di bin kontrola DAİŞ’ê de ne dê werin azadkirin û got: ‘’Bo gelê Kurd şanazî ye ku şerê rêxistina herî hov a terorîst dike.’‘
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (05.11.2014) li Selahedîn ligel Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanya Michael Fallon civiya. Barzanî spasiya hikûmet û gelê Brîtanyayê kir ku piştgiriya gelê Kurd kirine û wiha axifî: ‘’Ji bo Kurdan cihê şanaziyê ye ku şerê rêxistina herî hov a terorîst dikin ku îmkanên dewletekê li ber destê wê hene.’‘
Serok Barzanî tekez kir ku moralê Pêşmergeyan gelekî bilind e û wiha pêde çû: ‘’Di nav gelê Kurdistanê de jî rihekî bihêz ê rûbirûbûna terorîstan çêbûye. Terorîstên DAİŞ’ê ketine rewşa berevaniyê û Pêşmerge jî êrîş dikin. Hevkêşeya meydanî bi piştgiriya Hêzên Hevpeyan guheriye û di berjewendiya gelê Kurdistan û Pêşmergeyan de ye, ew navçeyên ku di bin kontrola DAİŞ’ê de mane, tekez tên rizgar kirin.’‘
Barzanî careke din bibîr xist ku teror gef e bo ser hemû aliyan û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Loma şerê li dijî terorê pêdivî bi hewldanên hemû aliyan heye. Ji bo serkeftina di vî şerê demdirêj de divê li İraq û Sûriyê ti cihekî aram ji terorîstan re nemîne. Herwiha divê em di warê aborî, ferhengî, fikrî û siyasî de jî rûbirûyê terorîstan bibin.’‘
Di civînê de herdu alî hevra bûn li ser serxistina proseya şiyasî û şikandina grûbên radîkal ku divê di zûtirîn dem de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin û herdu alî bigihin rêkeftinekê, herwiha Bexda jî di hevkarîkirin û pirçekkirina Pêşmergeyên Kurdistanê de rola xwe bibîne.
Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanya Michael Fallon jî bal kişand ser cîdîbûna Kurdistanê di rûbirûbûn û şikandina çekdarên DAİŞ’ê de û spasiya Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Fallon tekez kir ku dê welatê wî li ser piştgirîkirina Herêma Kurdistanê û gehandina alîkariya însanî û leşkerî berdewam be û dê alîkariyan jî zêde bikin.
BasNews