Bi vexwendinekê ji komîta Dîwana Waşûkanî ” Dirbêsî – Serê Kaniyê” Şandên rêxistina Partiya Yekîtiya Demuqratî kurdî Li Sûriya( Alwihdê) li Cizîrê : Serê Kaniyê, Dirbêsî,Tiltemir, Amûdê, Hesekê, Qamişlo, Tirbesipiyê, Girkêlegê, û Dêrik, serdana gundê “Qireqewê” ji bo salvegera çaremîna ji koçkirina Sekretêrê Partiya Alwihdê Ismaîl Omer zindî bikin. Piştî xwendina fatihê, Hesen Biro bixêr hatina hemû şanda kir, û paşê Gotina partiyê ji hêla Xebat Mihemed ve hat xwendin û tê de spasiya hemû şandan bo wefadariya wan ji serokê Partiya wan re Ismaî’l Omer kir.