Bi boneya derbasbûna sî salî li ser koçkirna Seydayê Cegerxwîn navenda Celadet Bedirxan
Ya partiya Çep a Demuqrata Kurd li Sûriyê ev roj bibîr anî û semînarek ji bo vê rojê lidar xist, bi amedebûna gelek nivîskar û rewşenbîr û hezikiryê Seydayê Cegerxwîn mamoste Winda Şêxo bi xuleyeke bê deng li ser giyanê Cegerxwîn dest bi semînerê kir, nivîskarên ku seminar birêve dibirin mamoste Derwêşê Xalib, Konê Reş, Û Deham Hesen bûn. di dawiyê de Salihê Silo “Bavê Mislih” yê ku (8) Dîwanê Seydayê Cegerxwîn ezber kirine, ji hêla mamoste Salih Gedo Sekretêrê P.Ç.D.K.S ve hat xelatkirin.