Xewnek seqemî
Di baweriyan de bû
Di arîna hêviyan de bû
Spîndarek bi agravê re dijî
Wêrekan………
Bi hêrzeke lawaz
Di naveroka xewnê de
Hêlînek ji awiran ava kiribûn
Bi agravê….
Serê tîran…. Dişiştin
Li bin sîwana dara diriyan
Li benda nêçîreke sergêjekî
Diman
Lê…………
Aso ewrin giran…giran
Diyar kirin
Niyaz bi bînefeşkê
Li dû wan dikulkulî
Cerdevanan lotik dan
Zam dan zixtê
Dilsozan…. birîn pêçan
Bi tîna biratiyê
Di hembêza dayikê de
Vehêsandin
Agirgûr şandan………
Çek hildan..
Ronî û şewat bûn bira
Zanbor mane lîs.
Bayê kur mitêl e
Balgeh kevir e
şevên reş……. tarî
Awazeke strayî….
Bi hevîrtirşeke zuha
Xewn di hestên wan de
Bû giroveke paldayî
ji arê pîroz
Kedxwer di çavê xwe de
Radikirin
Ciwanîk û xweşmêr
Di şevînê de bendewar in
Di jêrzemîn û xeşîmeyan de
Hûçik vedmalandin
Gulî dihûnan
Pî û pêngav dihejmartin
Dipîvan……….
Merdan bi şeqepêlî
Li taristaniyê…hovîtiyê,li koletiyê
Gef xwarin
Hêvî û xwezî terr vebûn
Mirov gernijî
Piştrast ma
Rastî bû bersiv
Serast dibin çiv
Xewna qerimî
Şabaş û ohyan
Li ser pêsîra dayikê
Pakrawan nivist
Man şadî û geş
Çi xewneke xweş……………
Gulal Kasanî