Zahid Mehmûd
Xweliya reş dibare.
Qamişlo ev çi taristan e?
Kolan û sikakên te tengijîne.
Berdêlên mirovahiyê di şûnwaran de
Sergiran in, windan e.
Keserên dirêj hildikişin dilê min.
Ma dawiya bobelatê ne hat Qamişlo?
Gava ez biçûk bûm.
Min rihnikên c’edê te
Ji dûr ve silav dikirin.
Min amadekariya dîtina te dikir.
Û ji bihna nanê bazarên te
Yê gerim pir hez dikir Qamişlo evîna berdewam.
Ahinga giriyê dilsozan.
Gerewa bazirganiya çetê cengan.
Berxwedana mêr û keç û xortan.
Navê te deng daye cîhanê.
Û bi yek dengî çelengên te
Digotin neyarên te:
De herin me hun navên!
We xwîn mişt û mêjiyê me
Li ser dergehê vîna xwe
Ji hevsojiyê dişûşt.
Qamişlo ev çi tar û mar e?
nefret bi wan keve
Ew neyarê çavê te giriyandin.
Bejna te veqetandin
Tu radestî ramanqirêjan kirin.
Guh nedan vîna te.
Sirûdê wekheviyê
Mêvanî zindanan kirin.
Xwediyê te penaber kirin.
Qamişlo tê bimîne ya me.
Xaka te di dilê bîranînên me de
Xwe diçikilîne.
Ava te bihna dinyayê fireh dike.
Seyranên li gasîn û beyarên te
Rûkê dinyayê geş dike.
Çîrokên evîndaran hembêz dike.