Rojên bi girî,li ser himbêzin sar..Lêvên guneh kar, çîrokên şevê…
Ramûsanên.. Bi cîşa îxanetê.
Helbestvanê şevê me, yê tariyê me…
Kengî şev mir,,, wê gavê,, tê di dilê min de.. bimre…
Ji ber wilo,,, berevaniyê,,, di ber de dikim…
Di asîmanê dilê te de
Stêreke sêwî me…
Di girnijîna awirên te de
Rondikeke xembar im…
Di xewnên te de
Baran im, buhar im, havîn im, keskesor im.. Lê rêwî me…!
Di hêvgeşa şevên te de
Tarî me…
Di dara hêviyên te de
Pejal im, bilbil im
Robadê dikim.. Ji sipehîbûna te re
Bêyî te ez çi me…..?
Bê te tune me.. Canê.. . Bê te mirî me…
Gemî me di derya şevê de…
Rûpeleke reş im Di pirtûka bîranînên heyvê de…
Xaleke westiyayî di riwê dapîreke xemgîn…
Cilekî qetyayî
Li bejna çiyakî westyayî.. Têkçûyîme
Ma qey tu nizanî?
Bayê evîna te.. Min li ser destên xwe dilorîne…
Min himbêz dike…
Min dûûûûr dixîne…
Min diavêje devereke nepen.. Min dihêle…..
Ez û şev tenê.. Bi hevre radizên
Digrîn.. li ser têkçûna roniyê, Ronî direyê …
Mîna bilbilekî xembar .. were bi hev re em ê nixandinê ji şevê re.. bikin…
Û sozê bidin…
Şev sitargeha evîna min û te ye
Evîndarê şevê me…
Evîndarê teme…
Bê te tune me…
Bê te tune me…
Di çavên şevê de.. Ayindeyeke serkeftî.. Ji te re dibînim…
Wê bêdengiya min û te,,, biqîre..
Bawer bike,,, Nêzîk bûye…
———————-