Dilbirîn
Hatiye nivîsandin li seranserî cîhanê
Di paxila Arîn de li atom û volqanê
Li kolanê bi qîrêna berxwedanê
Li şerên xort û keçan li êrîşê şêranê
Li ser lêvên şehîda navê te Kurdistanê
Li Mihabada Çarçira li Ameda berxwedanê
Li kolozê Şêx Seîd li agirê Doxanê
Li berika Qorqemaz li gever û Botanê
Li Enfal û Hehebça li Geliyê Zîlanê
Li Şingala birîndar li hewara viganê
Li Hewlêr û Qamişlo li kelha serhildanê
Li ser kêlên şehîdan navê te pakrewanê
Li qelêşa rûkenê li bejna qomîtanê
Li çadirên koçberan li ser ba û baranê
Li dergûşên zaroka li hêsrên dayikanê
Li ser zendên fedekar li gulya Arînê
Li devê mahozerê li xincera Berzanî
Li dîwarê zinzana li sêng Ocelan î
Wa Kurdistan kat daye ji navê Bêrîtanê.