Melevan Resûl
Hey çete peyva qete vajî di rêka kor
Susrete sihr û şete xêzek ji tîpên sor
Lawir e hem gawir e bêmerwet û endaz
Buxure zir û vir e pûçel dibe daxwaz
Sihrebaz fêl û finas dûr in ji ol û bext
Bêrewaz mirhov û nas aware û mişext
Hat mexel Lat û Hubel ke-be li vir danî
Çav çepel nêrîn zexel afat bi xwer’ anî
Sêwelek hatin bi lek derbas kirin pir mal
Çav belek , kezyên xelek dan ber sim û mertal
Rûreşî şerma geşî kurdo di nav wer bû
Tewişî , hêvî xweşî colik li vir bir bû
Zîvirî dewran gerî ev xak kirin l’ev par
Gindirî mal û serî pêt û dûman û ar
Rev revî dor û kevî arzan kirin namûs
Tev hevî xewna şevî hêvî li wan kabûs
Ka simax hey mêrê yax bejna diçû banî
Celde û tax wêrane bax berdan bi hêsanî
Sîxuro tû kewgirî cotî digel dijmin
Ser şirî par û perrî gemş û qirêja min
Hey xiniz bê fetl û biz navê we bû ternal
Guhderiz dozê dibiz hilda li şûnê al
Qehreman can û rewan rêgir li wa bû bend
Niştiman agir vedan sûnda bi xakê xwend
Lewlebaz qurnaz û gaz bihna kubaba çûn
Bê rewaz bê tirs û raz sergo diçin bêşûn