Diyarî her kesê ku deng ava dike
Di ragihandina kurdi de “Rojname Radyo Tv”.
Serkeftinê bêguman dixwazim
Anahîta Hemo
Nûjenî ye Qamişlokê
Neynika demê ye
“Bûyer” jî nû ye
Li ser masê ye
Vê spêdê
Bi kûpa qehwê re ye
Șahiyê vegrin
Kevokên bejî necivyane
Vedixun tevlî refên ҫivîkane
“Alors On Danse”
Werin bidin semayê
Her dem heye shensê jiyanê
Li nik “Bûyer”ê dîsa dicivin
Rengereng in perperîk in
Bi canê sivik jînê dinoşin
Xam xêzin jîne ferewan dikin
Kedeke pîroz e
Zimanê rewa ye zikmakî ye
Resene kurdewarî ye
Li nik rojnamê ne
Gulîstana malê ye
Guldana peşerojê ye
Havîngeh e sirûdeke
Dîmeneke xuristî ye
Ciwan e vê spêdê
Xoşhaliyeke aram e
Keysa jiyanê heye
Li ber mirinê jî be
Jiyan ji peyvê ye
Ji goranê ye “Baillamos”
Hunereke ciwan e
Jiyan bi hozanê re dihûne
Dibûre
“On Sort Pour Oublier ”
Derkevin bo jibîrkirine
Îro pîrozbahî ye
Rojnameka kurd e
Bistirên jiyanê
Da ku ҫûkan vegerînin hêlînê
Berî baran bibare
Hêlînên nû ava bikin
Bi tenê awaz
Me bi deyax dikin
Rê bi ferewanî vedibin
“I Miss You ” sirûda jiyanê
Hebûna gela ye
Ji we hez dikim
Evîn azadiya min e
Hezkirina min e
Ji jiyanê binoşe dayê
Li hêviya nevî û nevîҫirkan
Zanînê dinoşin
Piyal bi piyal
Xoşhalî ye
Noşîcan e şîrê te
Dayê
Spêde baş Qamislokê
Vê spêda bê kariyê
Roja pîrozbahî ye