– Hemîdê Hec Derwêş ji min dixwest ez fêrî her tiştî bibim.
– Mukirîyanî di bin dilopên mala Haco de helbest ji min re xwendin.
– Dibista na me xaniyek ax bû, û ji bilî du-sê pênûsan lê tunebû…!
– Rundikin germ ji çavê Mîr Celadet Bedirxan dihatin dema ku dît ciwanên kurd fêrî zimanê xwe dibin.
.Cegerxwîn helbestek li ser min hûnandibû-
. min nanê zarokê xwe ji gerandina rojname û pirtûkan derdixist-
. Ez deh caran hatime girtin-
. Yê zabit ez bi hespekî ve girêdam û min li gundê Tilşi’îrê gerand-
Rebename..
Ehmed Bavê Alan.
Cemîlê Îso li bajarê Qamişlo kesayetiyek naskirî ye, û nexasim di nav kesên temen mezin, û xwedî kar û bizav di tevgera kurdî de.
Vêce ji ber ku Apê Cemîl xwedî hêzek mezin, û dilekî fireh bû her tişt di riya wî re dihate gerandin;Peyam,belavok,rojnama, û vexwendin. Gelek caran peyamnêrê Seydayê Cegerxwîn bû, dîwanên wî li gundan digerandin, ji wan re helbestên Seyda dixwend. Ew bi xwe gelekî bi Cegerxwîn ve hatibû girêdan!
Piştî ku temenê Apê Cemîl mezin bû û bê çare ma, ew xebat ji xwe re kir karê rojane,û bi vî awayî abûr û tedbîra xwe kir. Rojnama (Xebat) gerand, pirtûk dibin çakêtê xwe de veşartin û frotin, û her kesê ku li sikakê pêrgî Apê Cemîl dihat, û pê zanîbe ku ew ji pirtûkên kurdî hez dike, yekser bang dikir wî kesî, û pirtûkên li rex xwe difrotinê.
Mebesta min ji Apê Cemîl û vê raportê, ew e; ku ev ciwanmêr hatiye jibîrkirin. Ew kesên keysebaz ku ewqas karê herî zehmet û bi tirs bi Apê Cemîl kirin, û di roja tengayê dedev jê berdan, ne serdan û ne alîkariya wî kirin, û ne jî carekê ketiye programê xelatan ji rex tu dezgeh partiyan ve.
Lê mirovê dil mezin û fireh, helbestvanê hêja û bê hempa, Seydayê Cegerxwîn ew û xebata wî jibîr nekir, helbestek bi navê Rebename jê re hûnand.
Me Cemîlê Îso dît, lê mixabin guhê wî alîkariyê pê re nake û qet jî jê nayê ku vî guhê qels derman bike. Lê em ê çi bikin ku jiyana me kurdan wisa bi rê ve diçe…!? Em kar dikin û di dawiya jiyana xwe de bê deng, kes, û xwedî dimînin, û herweha bê kes û deng jî bar dikin.
Wek ku Cemîlê Îso dibêje: Ez li gundê Tilşi’îrê hatime dinê. Di sala 1927an de şivanê gund bûm, û hingî ez di zarotîya xwe de xidmetçî bûm û min her kar dikir û dilê kesekî nedihişt, rojekê Seydayê gewre Mele Ehmedê Namî Ji min pirsî û got: Cemîlo çima tu nayê xwe fêrî dersên kurdî nakî? Min got: Ezbenî ez feqîr im û nikarim werim dersan û ji dev şivantîya xwe berdim. Dîsan bavê Samî got: Cemîl xeman nexwe ez ê destûra te ji muxtêr bistînim. Vêce wisa çêbû, ez çûm û bûm şagirt li rex Bavê Samî ew kesê ku ji bîra min hîn jî neçû ye.
Dibistana me xaniyekî ax bû, Bavê Samî xwe gelekî bi me re diwestan, û ji pêvî du-sê pênûsan tunebûn.Tê bîra min ku hevalekî me di dibistanê de hebû navê wî Parox bû, Paroxo Cihû bû, hate dibistana zimanê kurdî lê ew malmîrat, bû yê yekem di dibistanê de. Bavê Samî gelekî jê hez dikir. Min û paroxo dîwana Seydayê Cegerxwîn tev de ezber kirbû, lê kê zanîbû mîna Paroxo helbestên Seyda bibêje. Wî dîwana Seyday bi pênc wreqeyên Sûrî kirîbû, û piştî ku wî bidawî kir da min, û min jî bi dawî kir.
Bavê Idrîs berdewam dike: Hingî min ji Seyda hez dikir, ez diçûm serdana wî li Qamişlokê , gelek caran, ji min re digot: Cemîl ka ji min re wê helbesta (Fala Qereçiyan) bibêje, Vêce min tev de digot û bê yek şaşî jî, Seyda gelek kêfxweş dibû û digot: Maxane Cemîl pa bi Xwedê tu ji min xweştir dikî.
Seyday ji min gelek bi ewle bû, her tiştên xwe digotin min, û her tiştê ku raz û nihan bûn, didan min û min dighand devera ku wî dixwest.
Min cara yekem Apo Osman Sebrî dît li Qamişlo bû, me ji Apo Osman xwest ku tenê em Ala kurdistanê bibînin. Wî got: Ez ê ala Kurdistanê ne tenê şanî we bidim lê ez ê alê diyarî we bikim, wisa hûn mîna min dilşewatê Kurdistanê ne, lê jibîr nekin ku ala me li welatê Sûriyê qedexe ye, û hun werin girtin wê we bidarve bikin. Lê kî we bigre bêjin ku em xeşîm in û em nizan in ku ev ala kurda ye, û Osman Sebrî daye me“. Ez matmayî mam ji vî mêrî wisa qehrman, û wisa jî kurê wî Welato got:” Na nexin stiwê bavê min de bêjin Welato di ber vê alê de berpisiyar e “. Lê mixabin Welato zû hat kuştin..!
Vêce me ala xwe bir gundê, me agir li dor wê vêxist, û dîlan kir û helbesta Apo Osman me got: “Kesek û sor û zer e Sipî û gewher e”. Rondik ji çavên me dibarîn, ew cara yekem bû ku ez ala xwe dibînim! Û Apo Osman digot: ” Xema nexwin, çiqas dirêj be ev westana me bê sûde naçe, û her wê rojek were û mafê gelê kurd bê standin“.
Celadetê Bedirxan hate Tilşi’îrê, mihvanê Bavê Samî bû, em dane hev û ji me re got: Ka we çawe tîpên kurdî ezber kirne? Me tevan tîpên kurdî jê re xwendin, pir kêfa kurê mîrê Botanê hat, çepik ji me re dan, me jî sirûda marş – wisa jê re dihat gotin – me sirûd kir:
Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye
welat çav li rê bendewarê we ye.
Rundikin germ ji çavê Mîr Celadet Bedirxan dihatin dema ku dît ciwanên kurd wisa fêrî tîpên kurdî bûne, û soz da me ku ew ji me re pênûs û rûpelan bîne, soza xwe bi cîh anî û her yek ji me bû xwedî du-sê pênûs piştî ku her du -sê ji me bi pênûsekê bûn!
Apê Cemîl dibêje; û diyar e me dilê wî gelekî – ji van pirsên ku me bersiva wan xwest – arandiye:
Min helbestvanê gewre Hejarê Mukiriyanî gelek caran li Tirbesipîyê dît, carnan min peyamên wî jî dighandin benaciha wan. Carekê di şeveke zivistanê de bû baran dibariya, ez û Mukiriyanî di xanîkî ax de bûn, ew gelek ji wê rewşê aciz bû û digot: ” Cemîlo! Binêre ez Hejarê mukirîyanî me ez kurê malbatek dewlemend im, û mala Haco ez kirime vî Xaniyê axî de, dilop bi ser me de tên xwar“
Em wê şevê gelekî keniyan û Seydayê Mukirîyanî di bin wan dilopan de helbest ji min re xwendin, dûv re ez raketim, û ew ma şiyar helbest dihûnandin. Gelek ji helbestên Mukirîyanî li Tirbesipîyê afirîne.
Nûredîn Zaza..! Min kesek wisa mîna wî nazik û pêşketî nedîbû, ewqas ew zana û welathez bû. Min Du caran ew dîtiye, carekê Dr. Nafiz Begê – ji xwe Nafiz begê birayê Dr. Nûredîn bû – şandibû pey min, bi lez min da ser rê û ez ji Tilşi’îrê çûm Qamişlokê, maxana min bi rêde digot: Kuro Cemîlo.. Lez bike ma tu kî yî ku ewqas beg û mîr û paşa te dixwazin!? Car caran di nav gundiyan de ji ser xwe diçûm. Ez giham Bijîjikxana Nafiz Begê, min dî wa xortekî wisa cil û bergên wî pêşketî bûn, merov dizanî ku ew malmezin û pêşketî ye. Nafiz begê got: “Cemîl ev birayê min Nûredîn Zaza ye û binêre wê çi ji te bixwaze alîkariya wî bike. Min jê re gotiye wê Cemîlê Îso karê te biqedîne“.
Maxana dema ku got: “Ev birayê min Nûredîn e“. Lotik ji kêfa re hatin min, min navê wî bihîstibû lê min ew nedîbû. Dr. Zaza hin peyam dane min ku ez wan bighînim navdar û mezinên êl û malbatên kurdan, û diyar kir ku dema wî kurt e, û Nafiz Begê li te ewle bû ta ku ez van peyaman didim te.
Û êdî min û wî baş hev nas kir, û gelek caran dihat Tilşi’îrê li rex bavê Samî, ew bi matorekî duling dihat serdana me. Dr. Zaza gelekî zana bû, bi gelek zimanan diaxivî, û gelek sipasiya Mele Ehmedê Namî ji bo karê wî di dibistana kurdî de dikir, û digot şagirtan: ”Bê xwendin em ê bimînin şivan û kole”.
Li Tilşi’îrê min kî dît û min kî nedît..!? Hema tev de dihatin wê Tilşi’îrê, û navê wê kiribûn Moskoya Biçûk. Hemzayê Niwêran, û Reşîd Hemo jî dihatin li rex Bavê Samî. Carekê min dît xortek bi wan re hat, hîn ne mezin bû jî lê diyar bû ku jîr û zana ye, û di civatên wan de diaxivî. Min got xwe: Maxane ev kî ye wisa li civata van zaniyaran e. Min yekser pirsa wî kir, ew Hemîdê Hecî Derwêş bû. Min ew nas kir, xortekî gelek zana û hêz xurt bû, tevlî ku ew gelek bi temenê xwe ne mezin bû lê serê min dagirt. Demek baş li Tilşi’îrê ma, bûme hevalê wî, ew jî li min ewle bû, û min peyamên wî bi dizî dighandin malbat û hevalên wî. Hemîdê Hacî Derwêş jî ji me dixwest ku em fêrî her tiştî bibin, nexasim dîrok û kultora kurdî, û ew baş li ser me xebitî, û bû alîkarê Seydayê Namî. Min di dilê xwe de digot: Rojekê wê ev xort di nav kurdan de bibe tiştek, şensê min baş e ku hevalê min e, wê alîkariya min bike. Hingî em feqîr bûn û ez şivan bûm, hema min digot ez karekî dî ji bilî karê şivantîyê bikim.
Min çîroka ku Seydayê Cegerxwîn helbestek bo min hûnandibû min nizanîbû, lê hinan ji min re got. Dema ku min ew helbest xwend nema erdê ji kêfa re ez girtim, rondikên min bêvîn herikîn. Maxane ewqas salan ez westiyam û rezîl bûm, kesekî ji min re negot mala te ava, niha Cegerxwînê dil mezin û gewre, ji bo Cemîlê Îso helbestek hûnandiye..! Berî ku Seydayê Cegerxwîn koçberî Siwêdê bibe, ez çend caran çûm rex wî, ji min re got: “Cemîloooo welah tu westiyayî ez tucarî keda te jibîr nakim “
Roja ku min bi koça Seydayê Cegerxwîn bihîst dilê min êşiya, û min birin nexweşxaneyê, pirr li ser wî aciz bûm, ez beşdarî Rêûresmên veşartina laşê wî bûm. Û bêhtir ji mehekê jî ez her şev mihvanê gorna Seydayê Cegerxwîn bûm, min şeva xwe li civata wî diqedand, û min dîsan helbestên wî jê re dixwendin.
piştî ku apê Cemîl baş li ser Cegerxwîn axivî, êdî helbestê wî û hindek ji yên seydayê Namî, ji me re xwendin, û dîsan axivî û got: Min gelek peyamên ku ew raz û nihan bûn dibirin benaciha wan, ji min re digotin: ”Cemîl hingî em li te ewle ne, em van peyaman didin te”.
Ez bûme endamê (P.D.k.S) û êdî min belavokê wê digerandin, û paşê min yekser ji xwe rekir kar, min nanê zarokê xwe ji gerandina rojname û pirtûkan derdixist. Ma çi bikim êdî piştî ku kadirên Partî çêbûn ,min hiştin bi tenê û nema kesekî guh da min. Êdî min rojnameya Xebat, Sûlav, Metîn, û Gulan digerand. Xelk li min digeriyan, û doza xwestekê xwe ji pirtûk û rojnameyan dikirin.
Apê Cemîl berî ku civata me bidawî bike, got: Ez deh caran hatime girtin, cara yekem di sala 1956an de bû, û yên dî hew tên bîra min. Ew zabitê kafir û bêbav Hikmet Mînî zabitê muxaberatan bû, ez gelekî êşkence dikirim, û digote min:
” Tu wan peyaman ji kê re dibî ?”.Maxane Wellah wek ku li hespekî bixe. Naherê! Qet min eşkere nedikir. Ji êşkenceya min diwestiya û min tiştek nedigot! Carekê jê re hatibû gotin ku Cemîlê Îso Peyam birine Kurdistanê, mane di nav me kurdan de jî fesad û ‘ewan hebûn! Vêca ew kafirê Hikmet Mînî hate Tilşi’îrê, ez girtim û bi hespekî ve girêdam û li gundê Tilşi’îrê gerandim. Ez wê carê gelekî êşandim, ji hiş ketim, êdî piştî ku ez bi hişê xwe ve hatim, min dît ku ez di zindana Qamişlo de me. Axxxxx, tevlî ewqas êş û azaran jî , ew roj çiqas xweş bûn ….!?
Rebenname[1]
Heval, Cemîlê pir Cemîl
Xebat bike wek shêr û fîl
Tu guhmede sed qal û qîl
Ji dil bike qîr û hewar
Rû tev xurî, çavê te kor
Ronî te daye tor û zor
Dengê te çûye ber bi jor
Dil paqije, pir qence kar
Bike hewar û sed eman
Bibêje wan kurdên nezan
Win dar medin pîs û dizan
Sitûr mekin li ser xwe dar
Turk û neyar tev hevrikin
Niha sherê Qibris dikin
Pashê dizanin wê çikin ?
Li ser pishta me bin siwar
Bike hewar û nalenal
Gazî bike kurdên shimal
Yekser bibin dost û heval
Va çûçika genmê we xwar
Gazîke nevyên Mîdîya
Bes xwe bikin rengê miya
Derkevne ser shax û çiya
Ji we ditirsin tim neyar
Ta kengî wer razin di xew
Li ber neyaran çêlekew
Îdî mirin nêzîke lew
Divêm ji xew rabin shiyar
Dostê neyarin, dewlemend
Êko bi dest wan mal û gund
Parsek ji nû bûn serbilind
Hishyar dibin em bêjimar
Milet emin, xwedyê welat
Divê ku em rabin xebat
Pakij bikin tev Rojhilat
Ji xap û rîpên koledar
Van shêx û pashayên nezan
Em xistine destê dizan
Heval, tu vê j i min bizan
Tirba sipî û dûvê mar
Ev Turk û Faris , yan hemi
Xwina me mêtin wan timi
Korin, nizanin ev gemî
Kuve diçi, ki lê suwar ?
Roja me ji nêzike, tê
Dernakevin j i vê xetê
Bigrin bi dest xwe dewletê
Ko çu zivistan, tê bihar
Bihar bi me pir xwesh dibi
Her kes bi wê rûgesh dibi
Riwê neyaran resh dibî
Serê xwe ranakin tu car
Dijmin dibin lingan kevi
Rev jî bi destan nakevi
Bo me dimêni ev zevî
Têde dijîn em payedar
Têde bij în em tev bira
Xwendin bibî rengê çira
Winda bikin an va gura
Bi perçiqênin rengê mar
Milet hemî girbêj bikin
Toz û gemarê rêj bikin
Jîna welat dirêj bikin
Pêsh de herin ezman û zar
Em zorê bidne xwendinê
Pir xwesh bikin an vê dinê
Serbesti bidne dest jinê
Îdî nemênin zarezar
Divê ku jin azad bibi
Wekî me ew dilshad bibi
Perda seri berbad bibi
Wê pir ji me tehlî vexwar
Tehli heri, shêrîn vexwî
Lê xwe j i rê pir dernexî
Ji vî rexi, ji wi rexî
Divêm bibin bi pishk û par
Jin mêweke shêrin bere
Dara evine, tim tere
Sedef ewe, kur gewhere
Sîng bexçeye ew gulizar
Heval Cemîl, hêvî û lav
Bighê hevalan sed silav
Ûsvê letîfê ew bi nav
Li kû dikî gesht û guzar ?
Reben hemî dostê me ne
Çibkim ji me, bê lome ne
Çavnêrî vê benda me ne
Qada me pir maye beyar
Kor û kulek û bawîya
Mest û hejar û tawîya
Heta bi tat û shawîya
Wan dil ji vê jîna me sar
Heval û hemyarê me ne
Çavnêrê vî karê me ne
Herdem jî guhdarê me ne
Hemî belengaz û hejar
Hemî belengaz em yekin
Ji hevketî ne, bê çekin
Dijmin dixwazî deynekin
Di nav me danîn dilgemar
Em tev birane narevin
Xurtin, ji hevdî nakevin
Em kareva ne ew shevin
Qewam li kuye, ka beyar ?
Ew tevde çûn ber av û av
Heta bi lêvan bûn çirav
Maye ji wan yek pîsenav
Milet sitûre wek zinar
Ka Qeyser û Ebdil Hemid ?
Ka Feysel û Sultan-Wehîd ?
Kanî Rizaxan û Mecîd ?
Ka Xusriwê zêrî Guhar ?
Ew pêkve çûn, milet heye
Wî guh li vî dengê me ye
Herçî dibêjin jêre ye
Ziyan ji bo me, jêre kar
Çend sale em bi qîr û lew
Dey lê dikin: rabe ji xew !
Dijmin bibî wek çêlekew
Bimrin sehên devlok û har
Da bêne kushtin ên nebash
Ew zorkerên wek gornepash
Em ash bidin destê qerash
Da rast bikin herçî ku xwar
Da xwarîya em rast bikin
Qenc û neqencan nas bikin
Milet j i wan xelas bikin
Qadê leva kin pishk û par
Qadê li hevdî par bikin
Pêkve bi hev re kar bikin
Ên çav li xew shiyar bikin
Da kes nebê: xwezî bi par
Pir xwesh bibin hebûn û jîn
Pêkve bi dilshadî bijîn
Îdî Ciger nabî bi Xwîn
Bes em dikin qîr û hewar.
[1] -Ev helbest ji dîwana (Şefeq )e, û ji şêst û heşt malikan e.
Ev nivîs di rojnama Nûdem de hijmara (0.1) hatiya weşandin