– Banga ku Yekîtiya Nivîskaran weşandibû ji bo destnîşankirina rojeke taybet ji bo çîroka kurdî, ewê bibe di roja ku çêroka kurdî ya yekem hate weşandin di 6-6-1913an dema nivîskar Fuwad Temo çîrokek bi navê (Çîrok) weşand.
– Bûyerpress nerînên nivîskarên li derveyî welat li ser vê mijarê wergirtin:
Eziz xemcivin- Elmaniya:
Bi nerîna min, çalakiyên wêjeyî bi sûde ne, lê gava bi asta xwe, bi nirxên wêjeyî bin…
Kes neyê piştguh kirin û her yek -ko derfet hebe- beşdar bibe, ne ko li gora gêvilî û dostaniyê be, yan jî mîna xelatên ko heta nuha têne dan, li gora dilxwaziya kesane, anko hin hebûn hatin xelat kirin, bi rêya dostaniyê yan (xal û xwarzêtiyê).
Ew nayê pejirandin, keda nivîskaran wisa arzan dibe…
Bi hêvî me ko ev çalakî ne wisa be, bila mebest jê ne xelatkirin be, belê çalakiyeke navtêdana nivîskaran bike, xort û keçên me sûde jê bigirin.Serkeftinê bo wan dixwazim, Serkeftin bo we jî… Silav û rêz.
Qado Şêrîn- Holenda:
Destnîşankirina roja çîroka kurdî, bê helkeftineke dîrokî nabe, dîroka çîrokê kevn e, vedigere komelgeyên mirovan ên pêşîn, wexta ku pêdiviya mirovan bi xwederbirîna civakî û derûnî hebû.
Çîrok celebekî pêwist e ji celebên wêjeyê , belkû stûneke bingehîn e ji stûnên wêjeyê. Wek çilo wêje bê roman seqet û bawî ye wiha jî bê çîrokê kêm e, ta ku mirov dikare bêje ku çîrok romaneke kurt e, xweşiya wê ew e ku mirov di rûniştinekê de dikare bixwîne û bi dawî bîne.
Destnîşankirina roja çîroka kurdî, tê wateya vejandina wêjeya kurdî bi giştî, û xwedîderketin li cûreyên wêjeyê, bêtir derfetan li pêşiya wêjeyê bi giştî vedike, daku bi giştî bi pêş ve biçe.
Li dawî, destnîşankirina roja çîroka kurdî bê helkeftineke dîrokî nabe, belkû tê wateya xwedîderketin li dîroka çîrokê, û her wiha vejandina yekemîn çîroka kurdî ku nemir Fuwad Temo di 06/06/1913an de di Roja Kurd de weşandibû.
Ez jî wek çîroknivîsekî kurd, tev li banga pîroz a Yekîtiya nivîskaran dibim û kêfxweşiya xwe ya bê sînor derdibirim, û piştgiriya xwe jê re diyar dikim. Bi hêviya bibe helkeftineke salane ji bo çîrok û nivîskarên çîroka kurdî, daku çîrok bêtir bê nivîsandin û bêtir bi pêş ve biçe.
Luqman silêman- Elmaniya:
Silav û rêz..
Ez bawerim wek ku rojek ji helbesta kurdî re hatiye nîşankirin pêwîst e ku rojek ji çîroka kurdî re jî hebe û di pêşerojê de rojek ji romana kurdî re jî were çîkirin. Ez dibînim ku ev karekî giring e hûn dikin û ciyê pîroziyê ye. Bêgoman hûn pir zehmetiyan di ber karek wisa de dibînin û hûnê hîn jî bibînin lê ez bawerim gerek ev karê we ciyê şanaziya her kurdekî be ji ber ku em jî miletek in wek miletê cîhanê û ji mafê me ye ku roja helbest, çîrok yan romanê hebe û berhem tê de werin xwendin.