Li gor ragihandinên Konferansa Kardiyolojîya Cîhanê ya li Florîda, derheqê ava hinarê de tiştên giring hatin aşkerakirin.
Li gor wan agahdarîyan, di qedehek ava hinarê de, bi qasî 10 qedeh çaya kesk û qasî 2 qedeh şeraba sor antî oksîdan heye. Di xwedîkirina mişkan ya bi ava hinarê de derket holê ku % 44 xetimîna rehan. (damaran) kêm kiriye. Ceribandinên li ser mirovên ku 2 hefteyan liserhev 5o ml ava hinarê vexwarine, % 53 angîostansîn, convertrîn û enzimîn daxistiye. Ew jî tê wê wateyê ( manayê) ku dermanê vekirina damaran, eyarkirina tansiyonê û dostê dil yê herî berbiçav, dermanê dil yê nû qedehek ava hinarê ye.
Kêrhatiyên wê:
1- Destavê xweşdike
2- Sîstema xweragirtinê bihêz dike
3- Pêşîya kolestirol û şekirê xwînê digire
4- Dijminê parazîtên rûvîkan e
5- Zêdebûna bakterîyên wecê ( kêrhatî- baş) pêk tîne
6- Pêşîya navhinavçûyînê (virik- ishal) digire
7- Çermê xweşik dike
8- Tansîyonê serrast (eyar-tekûz) dike
9- Bedenê li hember penceşêrê diparêze
10- Dil diparêze, enerjîyê didê û betilîna wî radike.
11- Sefrayê (zirav) tavêje
12- Xwînê çêdike
13- Jehr û mîkrobên nava xwînê û bedenê tavêje
Karanîn: Tûvilê fêqîya hinarê hişk bikin û bihêrin. 2-3 kevçîyên şêranî bêxin nav du qedehên ava kelandî û bila 10-15 deqan di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û vexwin. Hûn dikarin wî tûvilê hêrayî bêxin ser brînan û jibo sekinandina xwînê jî bi kar bînin.