Stranbêja kurd a bi nav û deng Dilniya Qeredaxî got ew dê dahatên albuma xwe ya nû ji penaberên Kobanî, Şingalê û pêşmerge re bibexşîne.
Hunermenda kurd Dilniya Qeredaxî ragihand ku wê albûmek ji 10 stranan pêkhatî amade kiriye lê ji ber rewşa Kurdistanê ya niha wê hêj ne daye bazarê.
Qeredaxî herwiha got, “Taybetiyek ya vê albûme heye. Ji bo rewşa Kurdistan tê de ez ê dahatên albume bibexşînim birayên me yên pêşmerge û penaberên Kobanî û Şingalê.”