Xwezî
Xwezî dijminê min himber ba, ne qeşmer ba
Xwezî mirov çi bibihîsta di guhê xwe de bihişta
Xwezî ez bûka xerîba ma , ji bo min têr pesnê mala bavê xwe bida
Xwezê mirov biçûkê sa ba, û ne biçûkê bira ba
Xwezî yara min kildanek ji min bi xwesta, minê tiliyek xwe jêkira, û çavekî xwe derxista
Xwezî ez bi bûma mîrê mirada, minê ji nûve mara jin û mêra li hev bada.
Xwezî hakimekî adil li welatê me raba, ji bo jina qenc bistenda ji xeraba
Xweziya min bi xweziyê xwezî keçên bavan neçûna ser hewiyê .