Xanima derhênera Korî (Dahcîma) bi rêya filîma xwe a bi navê (Sîber) beşdarî li kernevala nimayîşa filim li bajarê Silêmanî dike.
Bi daxuyaniyek taybet de bo Xendanê, Dahcîma got: Ez kêfxweşim ku dikarim bi rêya sînema piştevanî li xelkekî bikim ku ji bo ax û niştimana xwe, xwe dikin qurbanî û li hemberî terorîstan westiyane û şer dikin.
Dahcîma hêviya xwe jî anî ziman ku bi rêya filîma xwe bikare piştevaniyê li Kobanê û penaberên wan navçane bike û daxwaz ji sînemakarên cîhanê jî kir ku li hemberî ew tawanên li dijî mirovatiyê têne kirin bêdeng nemînin.
Festîvala filîm bo piştevaniya Kobanê li bajarê Silêmaniyê û li hola rewşenbîrî di roja 1/11/2014 rojên piştî wê birêve diçe.