Elî çilaxa
Vekişandina serbazên Emrîkî ji Îraqê biryareke şaş bû li gorî hin rayedarên Emrîka ,helbet piştî hilbijartinên dawî û serkeftina Obama û tevger û çalakiyên rêxistina “Da’iş” û hevalbendên wê yên tîrorîst di Rojhilata navîn de bi taybet li Sûrî û Îraqê, xurist e ku “Da’iş” û hemî tevgerên Islamî yên tîrorîst nînaz û metirsiyê li ser berjewendiyên Emrîka pêk tînin ,ev jî dibe babetek ku sûd jê were girtin û hinek berjewendiyên kurdan pêk werin nemaze ku Kurd di xêza yekem de ne ji van fort û gefan, di gel zanînê de hate çespandin ku gefîn(tîror) êş û bêtara serdemê ye û rûberûbûna wê pêwîste bi hemî alavên heyî, lewra îroro tê xwestin ku hevgirtin û hevpeymanên xurt dinav tevger û rêxistinên kurdî de pêk werin û damezirin da ku bigihêjine biryareke rêzanî (siyasî) bingeh be ji yekîtiyeke resen û rasteqîn re di vê rewşa aloz û awarte de ku gelê Kurd tê re dibore, herweha danûstandinên li Dihokê çêdibin û pêk tên ji guft û goyan û gengeşê di navbera hêlên Kurdistana Sûriyê de bi serpereştiya serok Mes’ûd Barzanî rênaseke diyar e û encameke normal e ji borîn û guhartinên bûyeran, lê girîngtirîn xal ew e ku bi zûtirîn dem rêkeftinên balkêş bêne pêkanîn da ku sedemeke sereke bes ji karanînê re li ser zemînê, nemaze va tayên seretayî xuya dibin bi taybet li Kobanê bi şandina alîkarî û çekên leşgerî ji hêzên şervanên Kurd re û li hevkirina herdu hêlên Kurdî di xalên sereke de, tevlî ku gaveke girîng e û pîroz e. Dive ev rêkeftin nemîne dîla çar dîwaran û bi zûtirîn dem were pêkanîn û bibe nimûneyek ji nêzîkatiya helwestên herdu encûmanên kurdî û nameyeke xurt be ji hêzên hevpeymanî re jiber ku baweriya wan bi rêxistinên kurdî girêdayî ye bi heman nêrînê ve. Ez dibînim îro ro Emrîka; amade ye bo piştgiriya Kurdistanê bike û nirxandina wê ji rikberiya Erebî re cuda ye ji nirxandina wê ji tevgera Kurdî re bi taybet di Sûriyê de û bi vî durvî Kurdên Kurdistana Sûriyê sûdkarên yekemîn di vê dozê de ne.