BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku rewşeke bi koronayê ket li herêmên Bakurê Sûriyê,6 rewş rehet bûne,her wiha rewşekê canê xwe ji dest da.
Hevserokê desteya tenduristiyê Dr.Ciwan Mistefa ragihand ku rewşa ku canê xwe ji dest daye ji Qamişloyê ye..
Dr.Ciwan Mistefa da zanîn ku bi peydabûna rewşekê re,hejmara giştî ya pêketiyan li Bakurê Sûriyê dibe 205 kes,26 kes rehet bûn,her wiha 14 kesên din ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dan.