BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku,14 kesên din bi vayrosa Koronayê ketine li herêmên Bakurê Sûriyê.
Hevserokê desteyê Dr.Ciwan Mistefa got ku 8 ji pêketiyan mêrin,6 jî jin in û li van bajaran têne dabeş kirin :
8 rewş li Qamişlo
3 li Dêrikê
2 li Amûdê
1 li Kobanê
Dr.Ciwan tekez kir ku 2 rewşên din ji vê vayrosa metirsîdar rehet bûne li bakurê Sûriyê .
Bi peydabûna van rewşan re hejmara giştî ya pêketiyan dibe 219 kes ,28 rewş rehet bûne,her wiha 15 kesên ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dan