BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku 22 kesên din li herêmên Bakurê Sûriyê bi vayrosa Koronayê ketine,4 rewşan rehet bûne,her wiha 2 rewşên ku giran bûn jî canê xwe ji dest dane
Dr.Ciwan Mistefa hevserokê desteya tenduristiyê da zanîn ku ev rewş li van herêman tomar bûne :
Qamişlo 7 rewş
Dêrik 4
Rimêlan 1
Şehba 5
Dr Ciwan anî ziman ku 16 pêketî mêrin,6 jî jinin û hejmara giştî ya pêketiyan li Bakurê Sûriyê dibe 204 kes.