Bi awayekî fermî Keleha Hewlêrê diçe nav nexeşya şûnwarên cîhanî, ku ji aliyê UNESCO ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve tê amade kirin.
Di vê derbarê de Rêveberê Ragehandina Parêzgeha Hewlêrê Hemze Hamid ji BasNewsê re got: ‘’Piştî gotûbêjkirina li ser Keleha Hewlêrê daku biçe ser nexşeya şunwarên cîhanî, li paytexta Îmarata Erebî Keleha Hewlêrê meha 8 ya îsal ket ser nexşeya cîhanî û îro jî bi fermî ji aliyê UNESCO ve Keleha Hewlêrê diçe nav nexşeya cîhanî ya şunwaran.’‘
Çavkaniyek ji Civata Wezîrên Kurdistanê jî wiha axifî: ‘’Îro saet 3’ê piştî nîvro, ji bo beşdarbûna şahiyeke taybet ku Keleha Hewlêrê diçe ser nexşeya şunwarên cîhanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Dîrektora Giştî ya UNESCO’yê Irina Bokova serdana Keleha Hewlêrê dikin û di wê şahiyê de bi fermî Keleha Hewlêrê diçe ser nexşeya şunwarên cîhanî.’‘
Ji sala 2007’an ve dest bi nûjenkirina Keleha Hewlêrê hatiye kirin, beşek ji karên nûjenkirinê qediyane û girêbesta nûjenkirinê jî ligel şirketeke taybet a wî warî hatiye kirin. Li gor girêbestê, bi 35 milyon dolar Keleha Hewlêrê tê nûjenkirin, ku pêngava yekem a nûjenkirinê nêzîka 15 salan didome.
BasNews