Şer û pevçûn li bajarê Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê dijwartir dibin, şervanên Kurd jî ji qonaxa bergiriyê derbasî qonaxa êrîşkirinê bûn, piştî gihiştina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi çekên giran.
Çekên giran ên ku Hêzên Pêşmerge ligel xwe derbasî bajarê Kobanê kirine, hişt ku corek ji hevsengiya hêzê di şer de çêbibe, ji ber ku berî niha çekdarên DAIŞê bi çekên giran êrîş dikirin û şervanên Kurd tenê çekên sivik di dest wan de bûn.
Li gor zanyariyên ku ji nava bajarê Kobanê tên belavkirin, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi çekên giran pêgehên çekdarên DAIŞê, bi taybetî li eniya rojavayê bajar, topbaran dikin, bi vê yekê rê ji şervanên Kurd re hat vekirin ku êrîşên giran bibin ser çekdaran, çekdar jî li wê eniyê direviyan.
Herwiha duh, 3ê Cotmehê, şervanên Kurd karîn 3 gundan ji dest çekdarên DAIŞê derbixin, ew jî bi alîkariya topbarana ji aliyê Hêzên Pêşmerge û bombebaran kirina ji aliyê balafirên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ve.
Niha jî Hêzên Pêşmerge û şervanên Kurd êrîşeke dijwar birine ser çekdarên DAIŞê li eniyên rojhilat û başûrê Kobanê, ji bo pêkanîna pêşdeçûnên zêdetir, di çarçoveya proseya azadkirina Kobanê de.
Duh, Duşemê, Wezîrê Bergirî yê Kantona Kobanê, Ismet Şêx Hesen diyar kiribû ku, niha Hêzên Pêşmerge bi çekên giran mil bi milê şervanên Kurd êrîşî çekdarên DAIŞê dikin.
Ismet Hesen di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ji sedî 65ê bajarê Kobanê di bin kontrola şervanên Kurd de ye û ji sedî 35ê din di bin kontrola çekdaran de ye “Lê ligel hatina Pêşmergeyan bo Kobanê, di yek du rojên bê de wê hevsengiya şer were guhertin û bajarê dê bi temamî ji çekdarên DAIŞê ere paqij kirin.
BasNews