Balafirên şer ên Keneda yekemîn êrişa asmanî li dijî terorîstên DAIŞ encamp dan.
Wezîrê berevanî yê Kenedayê eşkere kir ku balafirên şer ên Kenedayê yekemîn êrişa asmanî li dijî DAIŞ encam da û jî piştî çûna wê li nava rêza hevpeymaniya navdewletî a şerê li dijî DAIŞ bûye û bombardumana terorîstan jî kiriye.
Her weha ragihand jî ku balafirên şer ên Keneda li derdora bajarê Felucê bombardumana terorîstên DAIŞ kiriye û bombardumanê 4 demjimêran domandiye.
Hêjayî gotinê ye ku balafirên şer ên Emerîka û hevpeymanan ev ji 2 meh zêdetire bi berdewamî baregeh û navendên terorîstên DAIŞ li Êraqê dikin û alîkariya hêzên pejayî dikin.
PUKmedia