Fîlmê “Sîbera Cenga Berê” ya derhêner Hawrê Mistefa di festîvaleke sînemayê de li Spanya du xelat bi dest xistin.
Di vê derbarê de, nûnerê şirketa I love Fîlm li Başûrê Kurdistanê Daner Omer derbarê wê festîvalê de ji BasNewsê re got:“Duh 2ê Mijdarê di merasîma dawiya festîvala NOIDENTITY-International Action Film Festival-Spain de ku, li bajarê Medrîdê li Spanya birêve çû, xelata Temaşevanan û Xelata Special Effect bo fîlmê Tarmayî Cengî Pêşû “Sêbera Cenga Berê” hat pêşkêş kirin, ku yê derhêner Hawrê Mistefa ye, ew fîlm ji berhema Rêvebriya Sînemaya Silêmaniyê ye“.
Derbarê çîroka fîlmê navbûrî de Daner Omer da zanîn ku:“ Ew fîlm behsa karesata mala Pêşmergeyekî dike ku, piştî şehîdbûna wî çi nexweşî û karesat rê serê mala wî, bi giştî fîlm behsa şûnwarên xirab ên cengê dike“.
Ev fîlm ji aliyê lîstikvanên Kurdî-Brrîtanî ve hatiye bicihkirin û lîstikvan pêktên ji, Leniya Ebdula. Rastgo Kerîm. Rêbîn Sidîq, Hamno Hawrê, Şadan Elî, Jiyan Îbrahîm, Cemîl Sabir û Bekir Heme Derwîş.
BasNews