Tevî gotegotên piştî ragihandina wê projeyê ketin rojevê, Îranê belavkiriye ku fîlimê Jiyana Pêxemberê Isalmê dê bişîne Almanya, da hûrkaniyên hunerî têde encamp bide û amade bibe.
Di vê derbarê de, ajansa Faris belavkiriye ku, derhênerê fîlimê Jiyana Pêxemberê Islamê, Mecîd Mecîdî û hin ji karmendên berhemanîna wî fîlimî di nêzîk de wê herin Almanya, ji bo bi dawî anîna wî fîlimî.
Navbûrî aşkere kir ku, projeya herî mezin a sînemayî ye di dîroka Îranê de heta niha hatibe kirin û got:“ Niha karê endaziya danîna deng û mûzîk maye“.
Ew fîlimê ku Mihedî Heyderyan berhemdide, tekez li ser zarokatiya Pêxember dike û bi hersê zimanên Farisî, Erebî û Engilîzî hatiye tomarkirin û têde her yek ji, Ebû Talib apê Pêxember, Ebdulmitelib bapîrê Pêxmber, Ebû Sufiyan û diya wî tekezî li ser hatiye kirin û biryare di meha Sibata sala bê de li festîvala sînemayî li Taranê pê pêşandan.
Wek tê zanîn, berî ragihandina wê projeyê, kampaniyayeke mezin li cîhana Islamî bi ser de hat kirin û bi taybet hozan û saziyên islamî yên Sune û bi karekî xirab û ne rewa û derbazkirina sînoran anîne ziman.
BasNews