Fîlma kurdî ya bi navê “Bîranînên Ser Keviran” ya derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî di Festîvala Fîlman a Ebûzebî de wek baştirîn fîlma cîhana erebî hat pesendkirin xelata “Moriya Reş” stand. Korkî xelata xwe pêşkêşî berxwedana gelê Kurdistanê di şerê DAIŞê de kir.
Heştemîn Festîvala Fîlman a Erebî ku 23ê Cotmeha îsal li bajarê Ebûzebî yê Îmaratê dest pê kiribû, bidawî hat.
Di beşa pêşbirêkê ya festîvala Ebûzebiyê de ku 18 fîlman hevrikî dikir, fîlma kurdî ya “Bîranînên Ser Keviran” wek baştirîn fîlma cîhana erebî hat pesendkirin û xelata “Moriya Reş” stand.
Fîlma “Bîranînên Ser Keviran” ku ji aliyê derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî ve hatiye çêkirin, di festîvalê de nûnertiya Herêma Kurdistanê dikir.
Şewket Emîn Korkî piştî ku xelata xwe stand, xelata xwe pêşkêşî malbatên şehîd û mexdûrên şerê DAIŞê her wiha berxwedana gelê Kurdistanê li hember terora DAIŞê kir.
Bi giştî di festîvala Ebûzebiyê de 197 fîlm ji 61 welatên cîhanê beşdar bibûn
Rûdaw.