Rayedarên YPG û Pêşmergeyan li Kobanê daxuyaniyek hevpar dan û peyama yekîtyê dan. Herdu aliyan her weha peymana avakirna artêşeke netewî dan , wezîrê parastinê yê Kobanê Îsmet Hesen çû serdana koma pêşmerge ên ku çûne kobanê . Di serdanê Şêx Hesen bi kêfixweşî hat pêşwazîkrin û li wir civîneke çapemenyê hat lidarxistin.
Di destpêkê de wezîrê berevanî ya Kantona Kobanê İsmet Şêx Hesen got: Ez ji hemû pêşmergeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine re xêrhatinê dixwazim. Hatina we hemû gelê Kurd şad û bextewar kir. Îro rojeke dîrokî ye. Em dibêjin ku ev gav ji gelê Kurd re, Serok Apo, Birêz Barzanî û Mam Celal re pîroz be.
Şêx Hesen got: Cara yekemîn e ku gelê Rojava û Başûr, li Rojava tên cem hev. İnşallah em ê ji bo gelên Kurdistanê fermandariyek neteweyî jî ava bikin.
Ji aliyê xwe ve jî fermandarê grupa pêşmergeyan Ehmed Gerdî jî, got: Me jî silavên gelê Başûrê Kurdistanê û Serokê Başûr Mesûd Barzanî ji we re anî. Silavê xwe ji we hemûyan re şandiye. Em jî li ser biryara Parlamentoya Başurê Kurdistanê hatin vir. Bê ti cudahî em amede ne ku hemû deverên Kurdistanê biparêzin. Ji ber ku em li vir in û bi we re mil didin hev û şer dikin pir kêfxweş û serfiraz in. Em ê axa Kobanê ya pîroz bi hev re biparêzin.
Her weha Pêşmergeyên ku li Kobanê ne weha gotin: Di çavê me de tu cudahiya perçeyên Kurdistanê tuneye. Îro dijminên me em anîn cem hev. Çi ji destê me bê em amadene bikin. Em amadene xwîna û canê xwe ji bo Kobanê bidin. Em gelê kurd yêk in û dê yêk bin.
Di dumahyêda em berxwedana şervanên YPG`ê ya 47 rojan bi derfetên herî kêm parastîn bilind dibînîn û cihê serbilindahiyêye, em û YPG bibin yek deng û yek dest ji bo Kobanê ji teroristan paqij bkin. Înşalah emê bighin serketinê.
Xendan