Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Bûldan ragihand, ew dê sibê bang li hikûmeta Tirkiyeyê bikin pêşiya pêvajoya çareseriyê ku ji ber bûyerên vê dawiyê hatiye xitimandin, bê vekirin.
Perwîn Bûldan ku di heman demê de endama şanda HDPê ya Îmraliyê ye jî, ji ajansa DHAyê re got, hikûmetê bûyerên ewlehiyê yên vê dawiyê dike hêcet û pêvajoya çareseriyê daye sekinandin.
Bûldan anî ziman, lê ev hêceta hikûmetê bi çalakiyên roja 1ê Mijdara îsal ku wek Roja Cîhanî ya Kobanî hatibû binavkirin, nema çimkî di çalakiyên Roja Kobanî de ti aloziyek derneket.
Endama şanda HDPê ya Îmraliyê da zanîn ku dê sibê (3ê Mijdarê) di civîneke rojnamevaniyê de bang li hikûmetê bikin da ku pêşiya pêvajoya çareseriyê veke û dîsa hevdîtn û diyalog dest pê bikin.
Pervîn Bûldan ragihand ku eger hikûmet vê yekê qebûl bike dê ji bo hevdîtina rêbeê PKKê Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê bidin.
Bûldan eşkere kir ku şeva beriya çalakiyên Roja Cîhanî ya Kobanî bi telefonê bi Wezîrê Navxwe Efkan Ala re li ser çawaniya lidarxistina çalakiyan peyivîbû.
Rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê beriya niha ragihandibûn, heta alozî û êrişên li djiî leşkeran neyê sekinandin hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin û peyamên sekinandina pêvajoya çareseriyê dabûn.
Lê Serokwezîrê Tiriyeyê Ahmet Davûtoglu îro ragihand ku pêvajoya çareseriyê dê bi awayekî rêkûpêk bidome.
Rûdaw