Dr. Berhem Salih ragihand ku, hevkariya civata navdewletî bo pêşmergeyên Kurdistanê û cengewerên Kobanê bi bilind nirxand û got: Helwêsta vê dawiya ya hikûmeta Tirkiyê bo gihêştina hêza pêşmerge ên Kurdistanê bo Kobanê cihê rêzê ye.
Îro yekşeme 2/11/2014, Dr. Berhem Salih li bajarê Hewlêrê pêşwazî li konsolê giştiyê komara Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Mihemed Akif kir.
Di hevdîtinê de Dr. Berhe Salih û konsolê giştiyê Tirkiyê sebaret bi rewşa siyasî ya Êraqê û Kurdistanê û bûyer û guhertinên li navçeyê û bi taybetî pirsa DAIŞ û metirsiyên wê li ser aramî û asayîşa navçeyê goftûgo kir.
Di hevdîtinê de Dr. Berhem Salih dupat kiriye ku: Îro Kurdistanê hevpeymanê bereya dijî terorê ye di vî warî de dibê em û cîranên me, Tirkiyê û Êran û cîhana erebî, hevkar bin bo rûbirûbûna tundrewî û mirovkujiyê.
Dr. Berhem got: Niha bereyên şer ên pêşmerge û Kobanê bûne sembola xweragirî û berxwedanê. Em hevkariya civaka navdewletî bo hêza pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên Kobanê bilind dinirxînin û bi taybetî jî helwêsta vê dawiya ya hikûmeta Tirkiyê bo gihêştina hevkarî û hêzên pêşmerge ên Kurdistanê bo Kobanê cihê rêzê ye.
Hêviya xwe jî anî ziman , Dr. Berhem got: Ev helwêsta hikûmeta Tirkiyê bibe bîngeha bihêzbûna hevkariyê di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê û xurtirkirina hevpeymanîtiya li dijî terorê û piştevanîkirina pêvajoya aştî û biratiyê di navbera gelên navçeyê de.
Xendan