Dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî, biryar da ku televîzyonekê bi navê Kobanê.TV veke û pêşkêşî wî bajarî bike, ku berxwedana wê seranserê dunyayê vegirtiye.
Rêveberê Dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî, Bextiyar Seîd di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re da zanîn ku, dezgeha wan ji bo xizmetkirina tevaya gel hatiye avakirin “Lewma ev yek bûye sedema wê ku çiqas dikare xizmeta xelkê bike.”
Cemal Irfan da zanîn jî ku, biqasî 150 hezar dolar ji bo vekirina televîzyona Kobanê.TV hatiye xerç kirin, wek dilsoziyekê ji Dezgeha Cemal Irfan bo xelkên wî bajarî.
Navbûrî diyar kir jî ku “Ji ber berxwedana wî bajarî ku bûye nîşana qehremaniyê ji bo gelê Kurd û cîhanê, Dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî bi sponseriya Teha Resûê, hiza wê yekê kirin ku televîzyonekê bo wî şarî veke, da bibe dengekî din ê şanaziya wî bajarî bighînin tevaya cîhanê.”
Rêveberê Dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî kêfxweşiya xwe ji encamdana vî karî jî anî ziman,
BasNews