Di çend rojên borî de Hêzên Pêşmerge gihîştin Kobanî bo hevkariya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û li gorî agahiyan jî, niha carna şer di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê li başûr û başûrê rojavayê Kobanî derdikeve.
Şevê din Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê li başûrê Kobanî bersiva êrişeke çekdarên DAIŞê dan û li gorî agahiyan ziyanek mezin gihîştiye çekdarên DAIŞê.
Hêzên Pêşmerge jî xwe ligel şervanên YPGê ji şerê li dijî DAIŞê amade dikin.
Berdevkê YPGê Polat Can ji ajansa AFP.com re ragihand ku, “Hêzên Pêşmerge niha tên belavkirin û şarezayî bajar û derdora wê dibin.”
Polat Can ragihand ku ew çekên giran ên ku Hêzên Pêşmerge ligel xwe anîne wê bandora wan hebe di şerê li dijî DAIŞê de û di demeke nêzîk de wê guhertinên mezin li navçeyên derkevin.
Herwiha Artêşa Amerîkayê ragihand ku, şevê din balafirên wan ên şer 5 operasyon li dijî çeperên DAIŞê li nêzîkî Kobanî pêk anîn.
Rûdaw