Rêxistina UNESCO a ser bi NY ve ye, da xuya kirin ku dê ew îro yekşemê roja navnetewî ya necezakirina tewanbar û kujerên Rojnamevanan bibirî bîne û bal kişand ser bi wê yekê ku di 10 salên bihurî de, bêtirî 700 rojnamevan hatine kuştin.
UNESCO bi beyannameyekê da xuya kirin ku ev roj bibirî xistin, bi mebesta wê yekê tê kirin ta bala cîhanê bikşînin ser bi rewşa nîgeran a rojnamevan di nav de kar dikin û rê li ber mafê cemawer a wergirtina agahiyan digre.
Li gorî beyannameyê, da xuya kirin ku ji ber çalakiyên rojnamevanan a dabînkirina agahiyan ji cemawer re, di 10 salên bihurî de bêtirî ji 700 rojnamevanî hatine kuştin.
Her wiha diyar kir ku ev roj (Roja ewletiya Rojnamevanan û lêpirsîna bêcezakirina tewanbaran) li ser hîma biryara civata giştî ya NY a par hatî girtin tê bibîr xistin.
Bi helkefta vê rojê wê gelek civîn, semîner û çalakî di navbera rojên duşem û sêşema bê de bêne birêve birin, beyannameyê da xuya kirin ku rojnamevan bêtir ji ber ku rastiya gendaliyan û tewanan eşkere dikin û derdixînin holê hatine kuştin, her wiha da xuya kirin ku ji % 90 ji bûyerên kuştina rojnamevanan çi ji ber ne bûna vîna siyasî be yan têrnekirina dahatiyên madî be, bê şopandin û lêpirsîn mane.
PUKmedia