Berpirsê ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Helgurd Hikmet got: ‘’Berpirsyariyeke exlaqî û siyasî li ser milê me ye ku çawa berevaniyê li Başûrê Kurdistanê dikin wiha berevaniyê li Kobanê jî bikin.’‘
Derbarê çûna Hêza Pêşmerge bo bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û çawaniya beşdarbûna wê hêzê di şerê dijî DAİŞ’ê de Berpirsê Ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Helgurd Hikmet ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Şerê me yê ligel DAİŞ’ê ew e ku axa Kurdistanê dagîr kirine û bi heman awayî li Rojavayê Kurdistanê jî êrîşî şervanên Kurd kirine û dixwazin bajêr dagîr bikin, loma şerê me li Rojavayê Kurdistanê tu cudahiyeke wê nîne ligel şerê me yê li Başûrê Kurdistanê.’‘
Helgurd Hikmet tekez kir ku hevkarîkirin û piştgirîkirina li Kobanê erkekî siyasî, exlaqî û neteweyî ye û wiha pêde çû: ‘’Ji ber yek dijminê me heye ku dixwaze axa Kurdistanê dagîr bike. Herwiha şandina Hêza Pêşmerge bo Kobanê wek hêzeke hevkarî û piştgiriyê ye daku bikaribin rê li destdirêjiyên DAİŞ’ê bigrin.’‘
BasNews