Di van çend mehên dawî de, grûbên radîkal bi giştî Kurdên Êzdî li piraniya navçeyên İraqê kirine armanc, bi awayekî ku li bajarê Bexdayê bi dehan Kurdên Êzdî hatine gulebarankirin.
Berî ku rêxistina Îslamî DAİŞ ji bajarê Mûsilê êrîşî qezaya Şengalê bike û têde li dijî Kurdên Êzdî komkujiyê pêk bîne, bi dehan Kurdên Êzdî li nav bajarê Bexdayê, Mûsil û bajarên din, ji aliyê çekdarên nenas û radîkal ve hatine kuştin. Ji ber vêna jî roj bi roj hejmara wan ciwanên Kurd ên Êzdî ku li Bexdayê kar dikirin, kêm dibe.
Di vê derbarê de Qeyser Xidir (26) ku ji nehya Baedrê ye ji BasNewsê re got: ‘’Berî niha li Bexdayê ez, zavayê me û du Kurdên din ên Êzdî me li depoyekê kar dikir, lê belê berî 6 mehan, teqe li me hat kirin û tenê min karî xwe rizgar bikim. Niha jî hatime li Hewlêrê kar dikim.’‘
Cuma Huznî ku ciwanekî din ê Êzdî ye û berê li ser cadeya Endelus a Bexdayê kar kiriye, wiha axifî: ‘’Di hundirê du mehên borî de, hemû ew Kurdên ku li Bexdayê kar dikirin, vegeriyane bajarên Herêma Kurdistanê. Em ji du aliyan ve li ba grûbên radîkal tên tawanbar kirin, yekem ew e ku Kurd in ya din jî mesela ol ku Êzdî ne.’‘
Huznî bal kişand ser rewşa wan ciwanên Kurd ên Êzdî ku ji Bexdayê vegeriya ne û got: ‘’Berê wan ciwanên Kurd li Bexdayê mehane bi 800 dolarî û zêdetir kar dikirin, lê belê niha li bajarê Hewlêrê, Duhok û navçeyên din karkeriyê dikin û mehane ji 300 dolarî zêdetir tiştek bi dest wan nakeve, loma rewşa me hemiyan nebaş e.’‘
Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çend çavkaniyên ne fermî wergirtine, di hundirê van çend mehên dawî de, nêzîka 70 ciwanên Kurd ên Êzdî ji aliyê grûbên radîkal û Îslamî ve li nav bajarê Bexdaya paytexta İraqê hatine kuştin.
BasNews