Şeva borî 31/10/2014 hêza pêşmerge li derwazeya sînorê Murşitpinarê ya bakûrê Kurdistanê çûne nava bajarê Kobanê.
Duh di demjimêr 10:00 bi şev hêzên pêşmerge bi diruşmên bijî Pêşmerge, bijî Kobanê, ji bajarê Pirsûsê ya bakûrê Kurdistanê birêketin û bi rêya derwazeya Murşidpinarê derbasî nava Kobanê bûn.
Li gor zanyariyên PUKmedia`yê hêzekî pêşmerge ku ji 150 pêşmerge pêktê bi çekên giran ketin Kobanê û ji aliyê wezîrê berevaniyê yê kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen û serperştiyara hêzên YPG û YPJ li Kobanê Nalîn Efrîn ve hatin pêşwazî kirinê.
Nêzîkî 40 roje kantona kobanê ji aliyê terorîstên DAIŞ ve hatiye dorpêç kirin û bi berdewam bi çekên giran bajarê Kobanê bombebaran kiriye lê belê şervanên YPG û YPJ bi tundî bersiva wan daye û berxwedanek bêhempa nîşandan û hemû êrişên terorîstên DAIŞ şikandin û rê nedan Kobanê dagir bikin.
Pêştir 10 pêşmerge weku beşek ji hêza pêşmerge bi mebesta gotûbêj û hevrêzî li gel berpirsên kantonê û YPG û diyarkirina mîkanîzmekê bo çawayiya derbasbûna pêşmerge bo nava Kobanê çûbûn bajarê Kobanê.
Pukmedia