Li gor gotina Prof Dr Mehmet Şen ê ji Zanîngeha Sedsalî ya Wanê, 1 Kg gûz miqabilî3 kg nan, 2 kg penîr, o,8 kg nîvişk, 4 kg bûftek (goştê nerme) 10 kg goştê mirîşkê, 9,5 kg şîr, 22 kg Îstakoz (cûreyek masîyê wek kivjal e), 14 kg kartol (patat) û 14 kg pirteqalan e.
Kêrhatî: Kakilê wê : 1- Foksîyonên mejî çêtir û serrasttir dike. 2- Damaran paqij dike. 3- Pêşîya tîmorên Hipoglisemîk, Antîfungal, Antîvîral digire. 4- Pêşîya xişkbûna (pitilaşma) xwînê digire û yên xişkbûyî belav dike. 5- Bizavên (fonksîonên) kezebê tekûz (serrast) dike. 6-Sentera proteyînê teşwîq dike. 7-Krosterolên serum çêdike û pêşîya Antîkorên anormal digire. 8-Damarên dil vedike.9- Pêşîya antîoksîdan digire û ciwan dihêle .10-Jibo ba (romatîzma) başe. 11- Fonksîyonên dil, mejî, kezeb û damaran serrast dike û brînên têde dikewîne.12- Pêşîya nexweşîya şekir digire. (korestrol). 13- Şekirê xwînê dadixe. 14- Ji penceşêhra (kanser) prostatê diparêze. 15-Hestîyan quwet dike û pêşîya lewazbûna wan digire.
Belgên wê: 1- Xwînê disekinîne 2- Kurmên nava rûvikan dixe. 3-Xwînê paqij dike.4-Qebizê dibire. 5-Îştahê vedike. 6-Quwetê dide. 7- Jibo nexweşîyên kevir, firengî,egzem, bawesîr, başe.8-Şekirê xwînê dadixe. 9- Jibo pêşîlêgirtina pûçbûna hestîyan.10- Jibo edavên (kurmîbûn –iltihab) dest, pê, nernûkan. 11- Jibo gurîbûnê, pirzikên balixbûnê (hukmê jin û mêrbûnê ) xwêhdana pîyan, edavên nav tilî û pêçîyan. 12 Jibo brînên nava dev, goştê diran, guatir û êşên qrikê. 13- Jibo porweşanê û edavên laş.14- Jibo sekinandina herikîna ava spî li ba jinan.15- Jibo spî, rişk û kepeka serîyan.
Berhevkirin: Belgên wê yên taze di meha hizîranê de tên berhevkirin. Di cihek sîber de tên hişkkirin, paşê hûrbikin û bikin nav qetremîzên (qawanozên) cam û derê wê bigirin bila hewa nestîne. Paşê li gor hewcedarîyê bikar bînin. Gûza wê ya ter (taze) di meha hizîranê û fêqîya wê ya geheştî jî di îlonê de tê berhevkirin.
Ji bîr nekin ku gûz modela mejî ya biçûk e. Di bedena mirov de, bi tenê hewcedarîya mejî jibo zîv heye. Ew jî bi tenê di gûzê de peyda dibe. Lewre jibo fonksîyonên mejî, vebûn û xebitîna zêhn, jibo damarên dil, pêşîlêgirtina prostatê û nexweşîyên kezebê, jibo hemi awayên tendûristîyê, divê di hefteyekê de sê kulmên kakilên gûzan bên xwarin. Li gor tesbîtên zanistî di kesên gûzxwer de peydabûna nexweşîyan li gor gûznexweran % 50 kêmtire.
Xendan