Çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ, li bakurê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê rastî şikstinê hatin û nikarîn ber bi taxa Gumrikê ve pêşbikevin.
Duh, 29ê Cotmehê, çekdarên DAIŞê êrîşî navçeya Mizgefta Hecî Reşad, li başûrê Kobanê kirin, bi mebesta dagîrkirina taxa Gumrikê, lê şervanên Kurd karîn di rûyê wê êrîşê de rawestin û wê êrîşê têkbişkînin.
Li gro Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, heta niha şer û pevçûn di navbera çekdarên rêxistina navbûrî û şervanên Kurd de li navçeya Mizgefta Hecî Reşad berdewamin, lê hewlên DAIŞê bo derbasbûna taxa Gumrikê rastî şikestinê tên.
Ji aliyek din ve, çekdarên DAIŞê bi çekên giran navçeya deriyê sînorî yê Murşit Pinarê gulebaran û topbaran dike, di demekê de ku şervanên Kurd karîn dest danin li ser termên 7 çekdaran, li gor ku Rewangeha Sûrî ragihandiye.
Ji duh, 29ê Cotmehê, ve hêzek ji Pêşmergeyên Kurdistanê li ser sînorê Kobanê, bi çekên xwe yên sivik û giran, rawestane û li hîviya wê yekê ne ku derbasî Kobanê bibin, ji bo alîkarîkirina şervanên Kurd ên ku ek nêzîk 45 roja ne rûbirûyê DAIŞê dibin.
Herwiha duh hêzeke 200 kesî ji Artêşa Azad a Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve derbasî bajarê Kobanê bûn da ligel şervanêna Kurd şerê DAIŞê bikin
Basnews.