Rêxistina DAIŞê 25 zarokên xwendevanên din ên Kobanê ku di meha Gulanê ya borî de ew revandibûn, serbest berdan,
Li gor rêxistineke mafên mirovan li Sûriyê, ew 25 zarokên ku xelkê herêma Kobanê ne û li bajarê Munbicê li cem DAIŞê girtî bûn, duh hatin berdan.
Ew 25 zarok dawî grûpa girtî bû ji koma zêdetirî 150 xwendekarên Kobanê ku piştî pêşkêşkirina ezmûnên xwe li bajarê Helebê, di rêya vegerê de li nêzîkî bajarê Munbicê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin.
Berdana wan zarokan di demekê de ye ku şer û pevçûnên li bajarê Kobanî di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de berdewam dikin û heta niha DAIŞê dest daniye ser 380 gundan û çend taxên bajarê Kobanê.
Rûdaw